Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 28 peyam
dîsa raperîn bo byê - tirşik
dîsa raperîn bo byê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbesteka kawa nemir e.

Ez û tu di daristaneke esmanî de kîp dibin, ez û tu:
şoreşa me ya gulên şêstper li ser piştê bila...

Baweriyê bi Xwedê tînim, kêliya ku li te binihêrim:
Pûngên li ber avên pirnisî difûrin...

Rûyê erdê peyvên xwe yên şîr fêrî me dike:
Birûsk û tavanên meymeskî, gurregurra lêvên me...

Wer dizanim, ez ê berbangeke zereşîn hişyar nebim:
Bila kuçeyên Ameda pîr bimînin di nava me de...

Pîlaqeke ji salên 60`î diçîzîne, dîlana cinên bajêr:
Dîntiyeke ji peyvên nisilî mezin dikim bo te, bo te...

Meyzê, destên min ên bedew yên te ne, yên te ne:
Katjimêra Mezin li hêviya xaniyê te yê dêrîn e...

Ez bo janeke qerase ji dayik bûm li ber sîtavka daran:
Bîşenga min a sêwî bejn avêt, bû rêwî...

Diçim mêtiya te bimijim, ev zanyariya zozanan e:
Dêrî veke, ji keviran hinneya porê te kişand min...

“Vira Radyoya Yêrêvanê ye!”, vira êvara dargerînkan:
çendî şên in şaneşînên hênik, şox û şeng çendî...

Rûyê erdê rûyê min e, sûretê min di cemala te de:
Avên ku dikişin cem karxezalan radiperînim


****

Bi dengê selim akgul:




19.11.2022 02:08 ~02:10 | cinorek

2. Helbesteke miezzzem a Kawa Nemir e. Min cara yekem ji dengê erol Şaybak ve guhdar kiribû, lewra kengî vê helbestê dixwînim dengê wî dikeve guhê min. Bi min xwendina wî ji ya Selîm Akgul çêtir e.
Ev jî bi dengê erol Şaybak




19.11.2022 11:47 ~11:47 | dewbir

dengdanên dawîn (yên din..)
ekşi sözlük [1]
Ji her 10 entryên wê 5-6 heb aîdî nijadperest û kanzîya ne. Ca...
2024.05.17 li hev hatina aynur dogan û şivan perwer [1]
Demek berê li ser medyaya civakî nûçeyek hatibû belavkirin ku di navbe...
ibrahim halil baran [1]
Mêrikê ku bi awayekî rast îdrak nekiriye selo çima ewqas ceza xwariye?...
ibrahim halil baran [1]
Derbarê meseleya sirri sureyya onder rast e. Dibêjin ku de...
ibrahim halil baran [3]
Ji xeynî axiftina Tirkî îdeol e, zilam e zilam. Hizrên wî para gelek(%...
belki ev jî bala te bikişînin
» dîsa bi tenê
» raperîn

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst wejehlbst wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî